Hüseyin Demirci
01 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, welatiyan nan dan roviyên ku ji ber barîna berfê zehmetiyê dikişînin ku ji xwe ra tiştekî xwarinê bibînin.
Li navçeyê piştî barîna berfê bû sir û seqem û vê yekê tesîra neyînî li jiyana ajalên çolê jî kir.
Li navçeya ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket heta 16 pileyan, rovî hatin ber malên li Taxa Tepeyê.
Şêniyên taxê nan dan roviyên birçî.
Welatî Omer Ayan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku hewa pir sar bûye û wiha dewam kir, "Ji ber vê jî rovî birçî dimînin û nikarin li daristanê nêçîrê bikin. Li pey me digerin, hînî me bûne, xerîbiyê nakişînin. Em jî nan didin wan."