Cüneyt Çelik
31 Gulan 2023•Rojanekirin: 01 Hezîran 2023
KARS (AA) - Li Qersê ji ber ba û bahozê banê hin avahî, tewle û kadînan pekiyan.
Li bajêr duh baranê dest pê kir û vê nîvroyê jî bayekî xurt hat.
Li gundê Olçuluyê bayê xurt vegeriya bahozê.
Ji ber ba û bahozê di ban û dîwarên 3 mal, 2 tewle û lojmana mizgeftê da xisar çêbû.
Ekîbên cendirme û AFADê li gund xisarê tesbît dikin.
Hin welatiyan bi telefonên berikê bahoz qeyd kirin.