Li Qersê germahiya hewayê dakete 9 pileyên binê sifirê
Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ya herî sar bi 9 pileyên binê difirê va li Qersê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be.
Germahiya hewayê ew ê bi qasî 2-4 pileyan ji ya demsalê kêmtir be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Tunceliyê4, li Erzincanê di binê sifirê da 1, li Erzirom û Îdirê di binê sifirê da 2, li Agiriyê di binê sifirê da 3, li Erdexanê di binê sifirê da 7, li Qersê di binê sifirê da 9 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 22, li Erzincanê 18, li Agiriyê 15, li Îdirê 14, li Erziromê 13, li Qers û Erdexanê jî 11 pile be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.