Tirkiye

Terorîstê ku di kategoriya tûtik da bû bi rêya qanîkirinê teslîm bû

Sertaç Bulur  | 28.10.2021 - Rojanekırın : 29.10.2021
Terorîstê ku di kategoriya tûtik da bû bi rêya qanîkirinê teslîm bû

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, teorîstê PKKyî yê ku di kategoriya tûtik a lîsteya kesên ji ber terorê li wan digerin da ye, bi rêya qanîkirinê teslîm bû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di kordîneya Wezaretê da Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê xebatên qanîkirinê meşandin û di encama xebatan da mensûbekî rêxistinê ji PKKya rêxistina terorê revî û îro teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku mensûbê rêxistinê yê ku teslîm bû, li gor tesbîtê di sala 2010an da beşdarî rêxistina terorê bûye, di kategoriya tûtik a lîsteya kesên ji ber terorê li wan digerin da ye û li Iraqê fealiyet meşandiye.

Di encama xebatên qanîkirinê da jimara mensûbên rêxistinê yên ku di 2021ê da teslîm bûn, derket 167an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.