Tirkiye

Li peravên Îzmirê 48 koçberên bêdestûr hatin xelaskirin

Metin Aydemir  | 18.03.2024 - Rojanekırın : 18.03.2024
Li peravên Îzmirê 48 koçberên bêdestûr hatin xelaskirin Li peravên Îzmirê 48 koçberên bêdestûr hatin xelaskirin

Izmir

 Li peravên Çeşme û Karaburuna navçeyên Îzmirê 20 jê zarok, 48 koçberên bêdestûr hatin xelaskirin.

Li gor agahiya malpera Fermandariya Ewlekariya Peravan, agahî hat hildan ku li peravên Çeşme û Karaburunê di boteke lastîk û 2 kelekan da komek koçberên bêdestûr hene.

Li ser vê agahiyê botên Ewlekariya Peravê çûn herêmê.

Ekîban 20 jê zarok, 48 koçberên bêdestûr yên ku hêzên Yûnanistanê ber bi aliyê Tirkiyeyê va dehf dane, xelas kirin.

Piştî karûbarên wan qediya, ekîban ew birin Midûriya Îdareya Koçberan a Bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın