Tirkiye

Serokomar Erdogan: CHP careke din bi awayekî veşartî bi DEMê ra hevkariyê dike

Ekip  | 17.03.2024 - Rojanekırın : 18.03.2024
Serokomar Erdogan: CHP careke din bi awayekî veşartî bi DEMê ra hevkariyê dike

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "CHP careke din bi awayekî veşartî bi DEMê ra hevkariyê dike. Di bin navê qaşo lihevkirina bajêr da ew bajar, navçe û meclîsên şaredariyan parve dikin."

Erdogan di mîtînga partiya xwe ya li Qada Kiliçarslanê ya Konyayê da axivî û got Konya bajarê dilsoziyê ye.

Serokomar Erdogan behsa hilbijartinên 31ê Adarê kir û ji welatiyên Konyayê piştgirî xwest.

Erdogan CHP rexne kir û got ew bi Partiya DEMê ra hevkariyê dike û wiha axivî: "CHP careke din bi awayekî veşartî bi DEMê ra hevkariyê dike. Di bin navê qaşo lihevkirina bajêr da bajar, navçe û meclîsên şaredariyan parve dikin. DEM li gor fermanan tevdigere. Li cihên ku herî zêde deng distîne jî kesên ku wê ji bin emrê rêxistinê dernekevin namzed nîşan dide, yanî ji ku, ji Qendîlê."

Serokomar Erdogan got kesên xwe dispêrin konjokturan ji holê radibin û wiha axivî: "Aqûbeta kesên ku pişta xwe dispêrin konjonkturê û ji bilî vê tu sermiyana wan tune ew e ku ew bi konjonktureke nû va ji holê rabin.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın