Mümin Altaş
11 Hezîran 2023•Rojanekirin: 11 Hezîran 2023
ANKARA (AA) - Li Enqereyê baraneke gur û guj dibare.
Li bajêr danê nîvro baranê dayê û di hin kuçe û kolanan da lehî rabû.
Wesayîtan di rêyan da tengasî kişand, welatiyên ku li derva bûn jî revîn binê avahiyan.
Ekîbên şaredariyê li rawestgehên metroyê tevdîr hildan.
Midûriya Giştî ya Meteorlojiyê hişyarî dabû ku piştî nîvro li Enqereyê baraneke gur tê payîn.