Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji 10 zarokên ku li gor îdiayan, di 7ê îlonê de bi destê endamên rêxistina PKKyê li Çataxliya gundê Bulanixê hatibûn revandin 5ê wan vegeriyan malên xwe.
Buyukersoy destnîşan kir malabatên ku zarên wan vegeriyan destê sibê haya hêzên ewlekariyê pê xistin û der barê mijarê de lêpirsîneke berfireh dewam dike.
Hatibû îdiakirin ku li Çataxliya gundê Bulanixê di 7ê îlonê de rêxistina terorê 10 zarên ku emrê wan di navbera 11 û 20î de ne û di nav wan de qîzek jî heye revandiye.