Çalakî li gundê Tekyola Mûşê hat lidarxistin û Walî Vedat Buyukersoy jî beşdar bû. Walî Buyukersoy destnîşan kir ku li herêmê di warê ziraet û heywandariyê pêşveçûnên mezin diqewimin.
Buyukersoy diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê re jî guherînên mezin pêk tên û wiha got: "Di vî warî de kî hewl dide em jê re sipas dikin. Înşellah darên ku me di vî bexçeyî de danîn dê di demeke kurt de fêkiyan bidin."
Serokê Şaredariya Mûşê Feyat Asya jî destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê feydeyeke mezin da herêmê û got ku divê ji bo pêvajo bidome em dia bikin.