Sabri Yıldırım
22 Tebax 2022•Rojanekirin: 25 Tebax 2022
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê xebatên nûkirina rêyên gundan didomîne.
Ekîban rêya gundê Tuzluyê yê raqim 2 hezar ê navçeya Vartoyê bi asfalta kel va asfalt kirin, rêya gundê Savaşçilarê yê girêdayî navendê jî bi kevirên kîp va kevir kirin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan di çarçoveya bernameya sala 2022yan da ji bo nûkirina rêyên gundan 64 milyon lire budce hat amadekirin.
Yentur got ku hedefa wan ew e ku îsal di rêya 210 gundan da xebata kevirkirina bi kevirê kîpkirî ya 263 hezar meterkareyî bikin û wiha dewam kir, "Xebatên me yên nûkirin û asfaltkirina rêyên gundan didome. Me rêya gundê Tuzluyê asfalt kir. Welatiyên me jî kêfxweş in ku xizmeteke wiha ji bo wan tê kirin."
Şêniyê gund Ali Yilmaz diyar kir, ew kêfxweş in ku rêya gundê wan hat asfaltkirin.
Mixtarê gundê Savaşçilarê Abdurrahman Bilici jî sipasiya ekîban kir ku rê nû kirin.