Serkan Avci
28 Îlon 2025•Rojanekirin: 28 Îlon 2025
Li Tarsusa navçeya Mêrsînê minîbusa ku karkerên çandiniyê dibir û dianî li TIRê qelibî, di qezayê da 3 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê M.G. û plaqeya wê 07 BCY 359 e li ser rêya Enqere-Tarsusê li taxa Damlamayê ji paşva dorseya TIRa ku şofêrê wê B.A. û plaqeya wê 42 ASD 781 û plaqeya dorseya wê jî 42 ATL 24 e qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme, ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê û agirkujê çûn cihê qezayê.
Hat tesbîtkirin ku Emîne Îrem Oktan (18), Maşallah Oktan (22) û Halîl Boztogan (51) ên di minîbusê da bûn mirine.
Ekîbên tenduristiyê 16 kesên ku di qezayê da birîndar bûne jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê.
Hat ragihandin piştî ku otopsî bê kirin wê cinazeyan ji bo definkirinê bişînin Şirnexê.
Der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.