Türkan Tosun
28 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Li Muta navçeya Mersînê darên şiloran kulîlk vekirin.
Li taxa Evrenê hin darên şiloran ên li baxçeyê welatî Hasan Donmez ji ber hewaya germ kulîlk vekirin.
Donmezê karê fêkiyan dike ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku hewa li gor demsalê zêde germ e, darên şiloran zûtir kulîlk vekirin.
Donmez anî ziman gelemperî dar di meha sibatê da kulîlk vedikin, lê ji ber ku wisa zû kulîlk dane ew jî metel in.
Welatî Donmez anî ziman ew cara ewil e tiştekî wiha dibînin û wiha axivî: "Înşallah hewa ji nişkê va sar nebin, hişkî çênebe. Lewra heke wisa bibe, emê tu xêrekî darên me yên kulîlk dane nebînin."