Fatma Sevinç Çetin
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2024
Li Kaleya navçeya Meletiyê di saet 10.46an da bi mezinahiya 5,9an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), di saet 10.46an da li Kaleya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,9an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 10,07 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.,
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya: "Li Meletiyê avahiyek, li Şanliurfayê avahiyek û li Elezîzê avahiyek, bi tevahî 3 avahî qismî xera bûne. Wek mayîn zirara can û mal tuneye."