Sabri Yıldırım
08 Îlon 2022•Rojanekirin: 09 Îlon 2022
Li Haskoya navçeya Mûşê minîbûsa ku karkerên di atolyeya tekstîlê da dixebitin dibir û dianî welgeriya, 13 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 49 AAH 237 e ji navçeyê karker dibir bajaroka Sunguyê.
Minîbus li ser rêya Muş û Bidlîsê, li xaçerêya balafirgehê welgeriya.
Li ser cawdayînê cendirme, tîmên agirkuj û tenduristiyê hatin cihê qezayê.
Ekîban karker ji wesayîtê derxistin û piştî midaxeleya ewil ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat ragihandin ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e.