ORDU
Zarokên xebatkarên çandiniyê yên demsalî yên ku ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin Orduyê di çarçoveya "Projeya Di Bindeqan de Berîgirtina Xebatkariya Zarokan" de govendên herêmê hîn bûn.
Proje bi hevkariya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, Saziya Kar a Tirkiyeyê û Walîtiya Orduyê tê kirin. Di çarçoveya projeyê de karkerên demsalî yên ku li konbajêr dimînin naveroj bindeqan berhev dikin, zarokên wan jî digel dersên cur bi cur li hember stranên herêmên Rojhilat û Behra Reş perwerdeya govendan distînin.
Kordînatorê Giştî yê Projeyê Doç. Dr. Murat Gurkan Gulcan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku zarok li ber stranên bajarên Behra Reş û Rojhilat folklorê hîn dibin.
Gulcan qal kir armanca wan ew e ku têkiliyên niştecihên herêmê û gelê ku ji bo xebatê tên herêmê xurt bibin û wiha axivî: "Ji ber vê jî digel dersên ku zarok ji bernameyên dibistan û dibistana navîn distînin gelekî girîng e ku zarok hem çand û muzîka herêmê nas bikin hem jî vê îcra bikin digel vê jî vir çanda wan bixin bîra wan."
Gulcan bal kişand ku Tirkiye ji aliyê hêmanên çandiniyê ve gelekî dewlemend e û wiha axivî: "Heke em bifikirin ku muzîk û folklora li herêma Behra Reş ji ya bajarên rojhilat û rojava cudatir e, yek ji armancên vê projeyê ew e ku van tevîhev bike û bide naskirin. Em dibînin ku di xebatên xwe yên ku di vê çarçoveyê de dikin de encamên baş distînin."
-"Em di projeyê de govend û horona herêma xwe yek difikirin"
Mamosteya govendên gel Mehtap Tureyê jî got ku di çarçoveya vê projeya ku bi armanca dawî li karkeriya çandiniyê ya zarokan bîne tê kirin de perwerdeyê dide.
Tureyê da zanîn ku bi saya folklorê hewl didin ku biratiyê destnîşan bidin û got ku "Em di projeyê de govend û horona herêma xwe yek difikirin. Bi vî awayî zarok bi biratiya horon û govendê di projeyê de cî digirin. Horon û govend hat bal hev û bûn bira. Em jixwe bira bûn me lîstikên xwe jî kirin bira."