DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpek hat binçavkirin.
Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji ber ku DBPyê do ji bo operasyona li dijî alîgirên PKKyê yên ku li Farqînê rê girtin û xendek kolan, protesto bikin bang kir ku dikanan bigirin, lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de tîmên Midûriyeta Ewlehiya Diyarbekirê Hevseroka Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpekê ku li ser navê partiyê daxuyanî dabû binçav kir.
Kar û barên Îpekê yên li ewlhiyê dewam dikin.
Li ser banga Serokatiya Bajêr a DBPyê li bajêr dikan hatin girtin, otobêsên şaredariyê nexebitîn. Ji ber vê jî welatî mexdûr bûbûn.