04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
KIRŞEHİR
Li Kirşehîrê otobuseke rêwiyan welgeriya û li gorî encamên ewil 7 kes mirin, zêdetirî 27 kesî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa ku plaqeya wê 40 LE 121 e û şofêrê wê hê jî nehatiye diyarkirin ya ku ji Kirşehîrê ber bi Enqereyê diçû, nêzîkê navçeya Kamanê ji ber berf û seqama rê qelibî şarampolê.
Piştî qezayê ekîbên AFAD, 112 Servîsa Bilez, cendirme û polêsan hatin sewqkirin.
Li gorî encamên ewil zêdetirî 20 birîndarî bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Ahî Evranê.
Xebat dan destpêkirin da ku cesedê miriyan ji otobusa qelibî derbixin.