07 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
KILÎS
Li Kilîsê 2 guleyên rokêtê ketin û 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Yavuz Sultan Selîm û li texma Parka Îslambeyê 2 guleyên rokêtê ku ji aliyê Sûriyeyê va hatin avêtin, ketin.
Hat destnîşankirin ku gelek ambûlans sewqî ciyê bûyerê kirin û polêsan tevdîrên ewlehiyê hildan.
Derket holê di teqîna li texma Parka Îslambeyê da 2 kes birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Li gor agahiyan rokêta ku li taxa Yavuz Sultan Selîm a li kuçeya Dîlekê jî neteqiya.
Hat diyarkirin ku Alîkarî Midûrê Ewlehiyê Erol Balkesen û Fermandarê Alaya Cendirmeyan Serbaz Gokhan Şahîn li ciyê bûyerê lêkolîn kirin.
Li gor agahiyan Dibistana Seretayî ya Kartalbey û Dibistana Navîn a Mehmet Keçîk ku li herêm nehatin valakirin.
Wek mayîn Parlementerê CHPyê yê Mêrsînê Fikrî Saglar û Parlementerê Gazîentabê Akif Ekicî li ciyê bûyerê ji Alîkarî Midûrê Ewlehiyê Erol Balkesen der barê teqînê da agahî hildan.