06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2016
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 490 gundên Wanê, 155 gundên Bidlîsê, 8 gundên Mûşê û 26 gundên Hekariyê hat girtin.
Ji ber berf û bagerê rêya 490 gundên navend û navçeyên Wanê gîrtî ye.
Ekîbên şaredariyan û yên Midûriyeta Herêma 11an a Rêbejê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber xebatên xwe didomînin.
Rayedarên Serokatiya Daîreya Temîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku xebatên vekirina rêyên girtî dewam dikin.
Rayedaran destnîşan kirin ku hin rêyên hatine vekirin jî ji ber berf û bagerê dîsa hatin girtin û ji bo vekirina rêyên girtî bi 178 wesayît û 400 xebatkarî va dixebitin.
Li Ercîşa navçeya Wanê ji ber barîna berfê ji bo rojekî xwendingeh hatin tetîlkirin.
Li Çataxê aşît di ser minibêsekê da ket û kesek mir, 4 kesên di wesayîtê da hatin xilaskirin.
- Bidlîs
Di daxuyaniya Walîtiya Bidlîsê da hat destnîşankirin ku ji ber berf û bagerê rêya 155 gundên navend û navçeyan hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo vekirina rêyên girtî xebat bênavber dewam dikin.
Midûrê Meteorolojiya Bidlîsê Rasîm Saraç eşkere kir ku li Bidlîsê qalindahiya berfê xwe gihande 96 santêmî û berfê hatenî 9ê rêbendanê bibare.
-Mûş
Li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 8 gundên navend û navçeyan girtî ne.
Şeymus Yentûrê Sekreterê Gişkî yê Îdareya Taybet a bajêr got ku ji 368 gundan ên girtî ya 360 hebê hat vekirin û ji bo vekirina rêya 8 gundan jî xebat dewam dikin.
-Hekarî
Li Hekariyê ji ber barîna berfê rêya 8 gund û 18 goman girtî ye.
Ekîbên Îdareya taybet a bajêr ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.