31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
HAKKARİ
Li herêma Daglicaya navçeya Yuksekovaya Hekariyê bi terorîstên PKKyî ra pevçûn derket. 3 leşker şehîd bûn, leşkerek birîndar bû. Di operasyonê da 6 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, li herêma Daglicayê Çiyayê Hîsarê di operasyonên ku li dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin da bi terorîstan ra pevçûn derket.
Di pevçûnê da 3 leşker şehîd bûn, leşkerek birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneya Hekariyê.
Di operasyonê da 6 terorîst hatin kuştin.
Operasyon berdewam e û ji hewa va piştgirî tê dayîn.