Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Şaredariya Hekariyê roniyên modern avêt kolanên bajêr.
Şaredariya bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê qeyûm hat wezîfedarkirin xebatên binesaziyê û çêkirina rê û kolanan berdewam dike.
Di çarçoveya xebatan da şaredariya rê û park çêkirin û pirsgirêka avê çareser kir niha jî roniyên modern avêt kolanan.
Bi saya xebatên tên kirin rengê navenda bajêr guherî û bi taybetî jî êvarê xweş xuya dike.
Cuneyt Epcîmê Wekîlê Şaredar daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir Hekarî layiqî xebat û xizmetên herî baş e.