Sayim Harmancı
25 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2023
Li Hekariyê jinek li mala xwe mirî hat dîtin.
M.Cya ku li qata 5an a avahiyeke li Caddeya Kayacana li taxa Bulakê, dijiya piştî hevjînê wê dît ku bê hereket radize, xeberê dide polîsan.
Ekîbên polîs û yên Servîsa Acil a 112ê hatin cihê bûyerê û hat tesbîtkirin ku qirika jinêkê hatiye birîn û canê xwe ji dest daye.
Cesedê jinikê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Hat hînbûn ku M.C dayika 2 zarokan e.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.