Cuma Sarı
25 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2023
Li Sêwrega navçeya Şanliurfayê otomobîlek qulibî û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 02 RA 664 ku Cebraîl O. (20) diajot li 20emîn kîlometroya rêbeja Sêwreg-Adiyamanê qulibî şerempolê.
Di qezayê de ajovan û Musa N. (20) û Tamer G. (20) yên di otomobîlê de birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.