21 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku endamên rêxistina terorê ji dûr va bi moşekê êrîşî ser baregeha eskerî kirin. Di êrîşê da du esker birîndar bûn û ew demildest sewqî nexweşxaneyê hatin kirin lê digel hemû mudaxaleyan her du jî şehîd ketin.
Hat gotin ku li herêmê cih û warên wek hedef hatin tespîtkirin ji hêla helîkoptêrên ATAKê, wesayîtên hewayî yên bêmirov, û wesayîtên ji dûr va top û guleyan dibarînin va hatin bombekirin.
Di daxuyaniyê da ji bo şehîdan rehmet, bo Hêzên Artêşa Tirk û malbata şehîdan sebir hat hêvîkirin, peyama sersaxiyê jî hat dayîn.
- Deweta wî wê di Eyda Qurbanê da bihata kirin
Rayedarên eskerî û îdarî çûn Bozyakaya gundê Başyayla navçeya Karamanê û xeber dan malbata Mustafa Ahmet Demirê wek Eskerê Piyade yê Bipeyman ku şehîd ket. Ji dê û bavê wî Musa û Şengul Demirê ra hat gotin ku ewladê wan şehîd ketiye.
Hat hînbûn ku Şehîd Demir dergistî bû û di Eyda Qurbanê da wê deweta wî bihata kirin.