İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 217 kes mirin û jimara miriyan derket 14 hezar û 405an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 217 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 414 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 14 hezar û 405an, jimara pêketiyan jî derket 276 hezar û 202yan.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 583yan giran e û heta niha 240 hezar û 87 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Berdevk Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 2 milyon û 175 hezar û 217 test hatine kirin.