15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
HATAY
Waliyê Hatayê Ercan Topaca daxuyand ku li Yaldagiya navçeya Hatayê leşkerekî dema ku mudaxaleya qaçaxçiyan kir, şehîd ket.
Walî Topaca ji nûçegihanê AAyê re got ku der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike û wiha axivî: "Li taxa Guveççiyê kesên ku qaçaxçitiya mirovan dikin dixwazin ji sînor derbas bibin, lê esker nahêle. Di navbera wan de rageşiyek çêdibe û stûyê wî jêdikin û ew şehîd dikeve. Niha jêpirsîna adlî dewam dike."
Topaca der barê îdiayên ku li ser medyaya civakî tên gotin ku hatin û derketina navçeyê hatiye qedexekirin de jî got ev îdia ne rastin, li herêmê lêkolîn dewam dikin û ji ber vê jî çûyîn û hatin bi kontrol tê çêdibin.
Ji hêla din li taxên Guveççî û Gorentaşê ji mizgeftê bi tirkî û erebî anons hatin kirin ku bila welatî dernekevin derva.
Gelek polês, esker û ambulans sewqî herêmê kirin û tevdîrên ewlehiyê tên dîtin.