İbrahim Atmaca
31 Gulan 2020•Rojanekirin: 01 Hezîran 2020
Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Gazîanteba ku derketina derva lê hatiye sînordarkirin, di kuçe û kolanan da bêdengî heye.
Piştî Wezareta Karên Navxweyî seba 14 bajarên mezin û Zonguldakê biryar ragihand ku 2 rojan derketina derva wê were sînordarkirin, li Gazîantebê kuçe kolan û meydan xalî man.
Ji bilî wezîfedar û kesên ku li gor giştînameyê muaf in, kes li derva tuneye, çûyîn û hatina peya û wesayîtan pir kêm e.
Li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û bûlwarên Gazî Muhtar, Zanîngeh û Karataşê jî bê dengî heye.