Der barê êrîşa şehîdkirina polês Atakan Arslan da 2 şikbar hatin girtin
Der barê êrîşa şehîdkirina polês Atakan Arslan ya ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê hatibû kirin da 2 şikbar hatin girtin.
Diyarbakir
Der barê êrîşa şehîdkirina polês Atakan Arslan ya ku li Baxlara navçeya Diyarbekirê hatibû kirin da 2 şikbar hatin girtin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê polês Atakan Arslan û polêsên li gel wî li taxa 5ê Nîsanê ji hin kesan ketin şikê û xwestin nasnameya wan kontrol bikin. Di wê demê da ji wan kesan yekî gule berda polêsan û Arslan şehîd ket ku ev lêpirsîn dewam dike.
Piştî şehîdkirina Arslan operasyon hat kirin şikbar û M.A. û F.A. yên li cem êrîşkar bûn hatin binçavkirin.
Ji bo ku êrîşkar bê girtîn operasyon dewam dike.
Duh li taxa 5ê Nîsanê dora saet 15.00an da ekîba polêsan ji hin kesan ketibûn şikê û xwestibûn nasnameya wan kontrol bikin. Di wê demê da ji wan kesan yekî bi demançeya xwe va gule berdabû polêsan û Atakan Arslan giran birîndar bûbû. Arslan rakiribûn nexweşxaneyê lê li hemberî hemû hewldanan ew şehîd ketibû.