Gaziantep
Li Gazîentabê li ser Rêbeja Tarsûs-Edene-Gazîentabê du TIR li hev qelibîn, wesayîta polêsan çûn cihê qezayê, ku midaxaleyê bikin, di wê navberê da TIReke din hat li wesayîta wan qelibî, di qezayê da 3 jê polêsên trafîkê ,tevahî 4 kes birîndar bûn.
TIRên ku bi plaqeya wan 72 ABH 459 û 33 CML 19 li nêzî gîşeyên rojavayê otorêya Tarsûs-Edene-Gazîentabê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polês û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di vê navberê da şofêrê TIRa ku plaqeya wê 73 AAR 704 e qezayê ferq nekir û li wesayîta polêsên ku midaxeleyî bûyerê dikirin qelibî.
Di qezayê da 3 jê polêsên trafîkê û şofêrê TIRa ku plaqeya wê 33 CML 19yê, tevahî 4 kes birîndar bûn.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
