Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez
29 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê ji ber sir û sermayê cemed çêbû.
Li Erziromê welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin. Li bajêr camên wesayît û avahiyan qeşa girt û şadirvanên mizgeftan cemidîn.
Rê û peyarêyên bajêr cemed girtin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin xoy reşandin.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sermayê camên wesayît û avahiyan qeşa girtin.
Welatiya betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku necemidin.
Li tanga Çemê Kurayê û herêmê mij ket, di ser daran da jî qiravî ket.
- Qers
Li Qersê jî gol û çeman qeşa girt.
Ji ber sermayê wesayîtên welatiyan nexebitîn, hin kesan di binê depoyên wesayîtên xwe da agir vêxist da ku bihele û bixebitînin.
Muhammet Aliyê ajokar diyar kir ku hewa zehf sar bû û wiha axivî: "Wesayîta me cemidî ye, niha germahiya hewayê daketiye 20 pileyên binê sifirê û wesayît naxebite. Ji bo cemeda depoyê bihele me agir dada."
- Agirî
Li Agiriyê ji ber sermayê rûyê Çemê Muradê û çemê din qerisîn.
Bi doreneyê dîmenên çemên qerisî hatin kişandin.