20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ERZINCAN
Li 10 bajaran li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) operasyona ku navenda wê Erzingan e hat kirin, ji 18 şikbarên ku di operasyonê da hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Erzinganê rêva dibe da 18 şikbar bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bi operasyonên hemdem hatin binçavkirin. Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran hat temamkirin.
Şikbarên ku ji esnaf, karsaz û memuran pêk tên sewqî Dadgeha Erzinganê kirin. Tê îdiakirin ku hin şikbaran ByLocka bernameya ragihandinê ya rêxistinê bi kar anîne.
Piştî jêpirsîna li dozgeriyê şikbar derxistin mihkemeyê, ji şikbaran 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan, 11 kes jî hatin girtin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê da li 3 kesan digerin.