Nihat Kavşut
25 Tebax 2018•Rojanekirin: 25 Tebax 2018
ERZINCAN
Li Erzincanê qeza çêbû û li gor agahiyên ewil 3 jê zarok 7 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 34 JD 4252 ya ku Huseyîn Adibellî diajot ber destê sibehê li texma gundê Heybeliya li ser rêya Erzincan-Sêwasê bi otomobîla bi plaqeya 34 LJ 1087 ya ku ji hember va dihat û Kamîl Karataş diajot va li hev qelibî.

Li agahiyan di qezayê da 10 kesên di herdu wesaîtan da tevî şofêran asê man.
Li ser agahiyê cendirme, polês û ekîbên AFADê çûn ciyê qezayê, li gor agahiyên ewil tevî şofêrên wesaîtan 3 jê zarok 7 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gaziyê ya Mengucekê ya Erzincanê û cinaze jî rakirin morga nexweşxaneyê.