Türkan Tosun
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2020
Li Enqereyê di operasyona dijî 20 şikbarên ku hat tesbîtkirin ByLocka bernameya veşartî ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi kar anîne da 12 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li hemberî 20 endamên rêxistinê yên ku ByLock bi kar anîne operasyon kirin.
Di operasyonê da 12 şikbar hatin binçavkirin, ji bo 8 kesên din jî bên girtin xebat dewam dikin.
Di nav kesên hatine binçavkirin da kurê Midûrê Ewlehiya Bîngolê Ercan Taştekînê ku ji kar hatibû îxrackirin jî heye.