Tirkiye

Li Enqereyê operasyona FETOyê

Ji 20 gumanbarên hat tesbîtkirin ku ByLock emilandine 11 kes hatin girtin li 9 gumanbaran digerin

Elif Orhan  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Li Enqereyê operasyona FETOyê

Ankara

Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da der barê 20 kesên bernameya ByLockê emilandine da biryara binçavkirinê hat derxistin.

Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna der barê sazûmana sivîl a rêxistinê da ji 20 gumanbarên hat tesbîtkirin ku ByLock emilandine 11 jê hatin girtin û ji bo girtina 9 gumanbarên din bi kordîneya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê da xebat tên kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın