Tirkiye

Ji bo berşikên gotin "me kurê te bir Qendîlê" heta 15 salan daxwaza cezayê hebsê

Di îdianameyê da herwisa li ser damezirandin, xwerêxistinkirin û çalakiyên rêxistina terorê PKK/KCKyê da zanyariyên bihûrgilî hatin parvekirin.

03.12.2019 - Rojanekırın : 04.12.2019
Ji bo berşikên gotin "me kurê te bir Qendîlê" heta 15 salan daxwaza cezayê hebsê

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Di demeke ku çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dewam dike da ji bo 2 berşikên ku bi îdiaya ciwanek birin çiyê tewqûfkirî ne, ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" bi daxwaza ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hebsê doz hat vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo Abdulselam B. û Zeliha B. ku bi îdiaya A.K. (19) xapand û bir serê çiya, hatibûn binçavkirin û tewqûfkirin, îdianame amade kir. Herwiha îdianameya ku der heqê berşikên navborî da hat amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn hat qebûlkirin.

Di îdianameyê da herwisa li ser damezirandin, xwerêxistinkirin û çalakiyên rêxistina terorê PKK/KCKyê da zanyariyên bihûrgilî hatin parvekirin.

Di îdianameyê da hat destnîşankirin, li Diyarbekirê piştî ku kurê wê A.K. 7ê tîrmehê wenda bû û 3 rojan xeber jê nehat sitandin, dayik R.Kyê serî li Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê da. Herwiha hat diyarkirin, piştî ku R.Kyê zanyarî da ku hin kes bi nimroya veşartî li hevserê wê geriyan û gotin ku kurê wî di destê rêxistina terorê PKKyê da ye, lêpirsîn hat destpêkirin.

- "Me kurê te bir Qendîlê, ji kesî ra tiştekî nebêjin"

Di îfadeya dayika gilîdar R.Kyê ya ku di îdianameyê da cih girt da wiha hat gotin:

"Piştî ku kurê min hat revandin 3 roj şûnda mêrekî bi nimroya veşartî li mêrê min geriya. Got 'Kurê te di destê me da ye, me ew bir Qendîlê, ji kesî ra tiştekî nebêjin'. Li ser vê yekê ez çûm avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê. Ji bo ku kurê min bibînin, min kir qêrîn û gazî. Lê mêrekî ku ez nas nakim ji min ra got 'Kurê te ne li vir e, nexe qîrîn' û berda min. Gava ez çûm ciyê ku kurê min lê dixebite, yek hat cem min û got 'Ez ê ji te ra tiştekî bêjim, lê ji kesî ra nebêje, kurê te çû Qendîlê. Ez ê hefteyek şûnda ji te ra agahiyê bînim ka çûye ku derê. Nebî tu herî cem dewletê, tevî kurê te bûn 12 kesan. Me ji Licêyê jî 12 kes anîn, em ê wan jî bibin çiya'. Piştra ez cardin çûm avahiya HDPyê, ez giriyam û min wêneya kurê xwe nîşanî 5 kesên li wê derê da. Gotin 'Xwe tûtune aciz neke, em bizanibin jî em nikarin bêjin, li kurê xwe negere, timî neyê vê derê, li derva polês hene' û jin min xwestin ku biçim."

Dayik R.K, berşik Zeliha B. ku li taxa lê dijî wekî "Çîçek" tê naskirin, tawanbar dike ku kurê wê biriye çiya. R.Kyê diyar kir ku wê bi berşik Zeliha Byê ra xeberda û wê jî jê ra got ku kurê wê birine serê çiya.

- "Nede dû vî karî, an na serê te yê bikeve belayê"

Z.Kyê bav jî diyar kir ku ew çû avahiya navçeya Licêyê ya HDPyê û wî pirsa kurê xwe kir û N.E. jî jê ra wiha got, "Tu li vê derê pirsa kurê xwe bikî jî ji te ra nabêjin. Jixwe niha T.C. nahêle çîvik jî bifire. Nede dû vî karî, an na serê te yê bikeve belayê."

Di îdianameyê da wiha hat nirxandin:

"Hatiye têgihîştin ku berşikan hewil dane û kurê gilîdaran tevlî rêxistina terorê PKK/KCKyê kirine, li gorî emir û telîmatên PKK/KCKyê tevgeriyane û endamên rêxistinê ne ku fealiyetê dimeşînin."

- Cezayê tê xwestin

Di îdianameyê da ji bo berşikên tewqûfkirî Abdulselam B. û Zeliha B. ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hebsê tê xwestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.