13 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Li Enqereyê ji 44 gumanbarên ku ByLockê bi kar tînin û di çarçoveya lêpirsîna FETOyê de ji bo wan biryara girtinê hatibû derxistin û di nav wan de peywirdarên kamuyê jî hene 11 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat diyarkirin ku der heqê 44 kesên ku di nav wan de xebatkarên kamuyê jî hene û hat tesbîtkirin ku ByLocka bernameya xeberdanê ya veşartî ya rêxistinê bi kar tînin de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar lêpirsîn dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona ser 44 kesên ku serdozgeriyê biryara girtina wan derxistibû de 11 kes hatin girtin û ji bo girtina gumanbarên din xebat didomin.