Aykut Karadağ
23 Îlon 2022•Rojanekirin: 24 Îlon 2022
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, li Elezîzê bi beşdariya 485 personelan va Operasyona Eren Abluka-38ê dest pê kir.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin û seba berterefkirina terorîstên ku li gor nirxandinê li herêmê sitar bûne, operasyon dan destpêkirin.
Di operasyona ku Fermandariya Cendirmeya Bajarê Elezîzê bi rê ve dibe da 485 personelên ku ji Operasyona Taybet a Cendirmeyê (JOH), Operasyona Taybet a Polêsan (POH), cendirmeyên komando û gundparêzan pêk tên bi 39 tîmên operasyonel va wezîfedar in.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyonên Eren Ablukayê bi piştgiriya welatiyan va wê bi biryardarî dewam bikin.