Haydar Şahin
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ELAZIG
Mixtariya Altinkureka gundê Kebana navçeya Elezîzê û Komeleya Piştevanî û Çandê ya Gundê Altinkurekê bi hev ra fitar dan.
Mixtarê Altinkurekê Guven Gulmez di bernameya ku li hewşa mizgeftê hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku her sal ji bo gundiyên wan ên ku li çaraliyên dinyayê belav bûne bînin ba hev bernameya fitarê li dar dixin.
Qaymeqamê Kebanê Hayrettîn Baskin Wekîlê Şaredarên Kebanê Mehmet Çakmak, Midûrê Şaxê yê Perwerdeya Neteweyî ya Elezîzê Ferhat Emre, Berpirsiyarê Yekîtiya Xizmeta Gundan Samet Bayit, Serokê Nevçeyê yê AK Partiyê Omer Kaya û welatî beşdarî bernameya fitarê bûn.