Fatih Azgın,Mehmet Sancakzade
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2024
Li Kozana navçeya Edeneyê mînîbusa rêwiyan welgeriya, 8 kes birîndar bûn.
Mînîbusa ku plaqeya 01 U 0427 û şofêrê wê Umut E. ye li taxa Tirmîlê ya li ser rêya Edene û Kozanê welgeriya.
Di qezayê de şofêr û 7 rêwiyên di wesayîtê da birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê yên 112yê û cendirme çûn herêmê.
Ekîban birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îmamoglu û Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.