Tirkiye

Li Diyarbekirê şerê biçek: 5 kuştî, 8 birîndar

Li navçeya Sîlvanê sê malbatan bi çekan şer kir û yek jê jin 5 kes hatin kuştin, 8 kes birîndar bûn

İbrahim Atmaca  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
Li Diyarbekirê şerê biçek: 5 kuştî, 8 birîndar

Diyarbakir

Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê sê malbatan bi çekan şer kir û yek jê jin 5 kes hatin kuştin, 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, li gundê Gokçetevekê Enver Tekîn ji ber sedemeke ku hê ne diyar e Gulşen Poyraza keça xwe ya ku dabû malbata Poyraz anî mala xwe. Li ser vê malbata Poyraz ji bo ku biçe Gulşenê bîne çûn mala Enver Tekîn. Li mala Tekîn herdu malbat bezîn hev û paşê bi çekan şer kirin. Paşê malbata Narîn jî hatin pişta malbata Tekîn.

Di şer da Azîz Narîn (22), Halîse Narîn, Gokhan Narîn (22), Edîp Ograş û kesekî ku navê wî hê ne diyar e hatin kuştin, Cevat, Felak, Mevlut, Burak, Munevver û Cevat Narîn, Tegmen Yapici û Firat Tekîn ji birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Sîlvan û Diyarbekirê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın