01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di encama qezayeke trafîkê da kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla bi plaqeya 65 BF 689 ku Ekrem Elvermez diajot, li ser rêya Sîlvanê li refûja navînê qelibî û derbasî şerîda hember bû.
Di qezayê da ajovan Ekrem Elvermez li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
3 Birîndarê ku navê wan hê nayê zan3in rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Bijîkiyê ya Zanîngeha dicleyê.