Li Diyarbekirê qeza: 2 mirî, 4 birîndar
Li navçeya Çinarê di qezaya trafîkê da 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn
Diyarbakir
Li Çinara navçeya Diyarbekirê di qezayeke trafîkê ya ku sê wesayît li hev qelibîn da 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li ser rêya Diyarbekir û Mêrdînê li taxa Çinarê kamyona plaqeya wê 07 DAV 88, minîbûsa ku plaqeya wê 34 RY 0908 û wesayîta ku plaqeya wê 21 VA 080 bûn û nasnameya şofêrên wan hê nediyar in li hev qelibîn.
Di qezayê da 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.
Piştî dermankirina wan a ewil qediya birîndar paşê rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.
Ji ber qezayê li ser rê hatin û çûyîn demekê hêdî meşiya.