Aydın Arik,Aziz Aslan
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2023
Li Diyarbekirê şerê çekdarî derket û kesek di şer da birîndar bû.
Li Kolana Gursel a navçeya Baxlarê ya navend di navbera Y.A û kesekî nasnameya wî nehatiye tesbîtkirin da nîqaş derket û nîqaş mezin bû û guherî şerê çekdarî.
Y.A di şer da bi çekê ji milê xwe birîndar bû û bixwe çû nexweşxaneyê û ew hildan bin tedawiyê.
Polês ji bo girtina bersûcê reviya xebatên xwe didomîne.