Mehmet Sıddık Kaya
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 22 Nîsan 2023
Li Diyarbekirê ji ber ku barana zêde barî hin rê û dever di nava avê da man.
Li bajêr ji ber baranê wesaîtan nekarî bi rehetî herin.
Li ser rêya Diyarbekir-Şanliurfayê li texma devê Pireya Nexweşxaneya Welidînê û Bulwara Mehabadê rê di nava avê da ma û şofêran nekarî bi rehetî herin. Ji ber avê aliyekî rê hat girtin.
Ekîbên Rêbejayê û Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê ji bo ava li ser rê kom bûye vala bikin dest bi xebatan kirin.