18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
DÎYARBAKIR
Li Licê, Hênê û Dîcleya navçeyên Diyarbekirê, li 6 cihên cûda, 15 hezar û 920 kirkirk, 402 kîlogram esrar û 2 teqemeniyên destî hatin qefaltin.
Ekîbên Cendirmeyê li ser îxbara li gundê Gokçeya Licê, gundê Degirmenliya Dîcleyê û goma Çagila girêdayî gundê Gomeça Hênê, ji aliyê rêxistina terorê hişbir tê çandin, opesayon li dar xist.
Di operasyonê da li 6 cihên cuda 15 hezar û 920 kirkirk, 372 kîlogram toz, 30 kîlogram kubar, bi tevahî 402 kîlogram esrar tevî 2 bombeyên destî hatin qefaltin.
Bi telîmata dozgeriyê kirkirk û amûrên teqînê li cihê bûyerê hatin îmhekirin. Di çarçoveya bûyêrê de der barê 6 gumanbaran da lêpirsîn hat destpêkirin.