Elif Orhan
07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Li Çatlcayê 23 kesên di minîbusa wergeriya da bûn, birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin minîbusa bi plakaya 34 LPG 542 a ku di rêya Hîsarbeylî-Başakkoyê da diçû wergeriya.
Di qezayê da 12 jê xedar 23 kes birîndar bûn.
Kesên hawirdor xeber dan li ser vê gelek ekîbên tenduristî,îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî midaxaleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dor.