BINGOL
Fermandariya Jendirmeyan ya Bajêr li Bajêr bi hezar leşkeran operasyona madeyeên hişbir pêk anî. Di operasyonê de 419 kîlogram esrar û 920 hezar koka kinfê ya ku bihayê wê yê bazarê 19 milyon e, hat bi destxistin.
Di daxuyaniya Wilayetê de hat ragihandin ku li ser agahiya ku li Yeniyaziya gundê navçeya Gencê madeyên hişbîr tê çêkirin û firotin , Fermandariya Jendirmeyê ya Bajêr di 13ê tebaxê de operasyon da destpêkirin. Hat ragihandin ku Jendirmeyên qomando, personelên Fermandariya Jendirmeyan ya Navçeya Gencê, Qoriciyên berwext yên gund jî di nav de hezar personel beşdarî operasyonê bûn.
Seyên narkotîk jî di operasyonê de hat bikaranîn. di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di eraziya 25 donimî ya çandî de 920 hezar nebata kinfa kok, 700 gram esrara gir û 23 kîlo û 700 giram jî ya hûr hat bidestxistin. Hat diyarkirin ku 4 kes hatin binçavkirin û AAyê ji van kesan yê ku wek bersucê cinayetê digeriyan di dadgeha ku hatibû sewqkirin de hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bihayê bazarê ya madeya hişbir 19 milyon lire ye. Kinfa ku bidestxistin hat îmhakirin û Serdozgeriya Komarê ya Gencê dest danî li ser esrara gir û hûr.