Li Bîngolê di doza ku bi îdîaya destdirêjiya li ser E.Aya 16 salî hatibû vekirin de yek ji wan girtî darizandina 8 bersûcan dest pê kir. Ji ber ku temenê E.Ayê ji 18 salan piçûktir e rûniştina darizandinê bi awayekî veşartî didome û ji bersûcan M.T. hat tehliyekirin.
Darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Bîngolê hat kirin û Muşawîrê Hiqûqê yê Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî û parêzerên Baroyên Bîngol û Diyarbekrê jî beşdarî bûn. Di rûniştinê de biryara tehliyekirina M.Tyî hat dayîn û rûniştin hat paşxistin.
Di doznameyê de ji bo 8 bersûcên ku berê çawûşên pispor bûn û ji kar hatin avêtin ji 10 salan heta 32 salan ceza tê xwestin.
Serokê Baroya Diyarbekrê Tahîr Elçî bertek nîşanî biryara tehliyekirinê da û got em vê yekê fêhm nekin.
Parlementera BDPê Ayla Akat û endamên komeleyên ku li Bîngol û Diyarbekrê li ser jinan xebatan dikin jî nav de komeke jinan heta ber Adliyeya Bîngolê meşiyan.