23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
BURSA
Li Bursayê 22 kesên ku di çarçoveya operasyona PKK/KCKyê ya rêxistina terorê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.
Miameleyên gumanbarên ku hatibûn biçavkirin li emniyetê temam bûn. 22 gumanbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê kirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîn a Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr 17yê adarê li navendê, Gursu, Gemlîk, Yenîşehir, Mudanya û Karacabeyê navçeyên Bursayê operasyon biribûn ser hin navnîşanan û reveberên HDPê jî tê de bi tevahî 22 kes binçav kiribûn.