Li Bidlîsê "hêştirên Nemrûdê" wê bên parastin

Bitlis
Li Tetwana navçeya Bidlîsê blokên zinarîn ên wekî "hêştirên Nemrûdê" tên zanîn wê bên parastin û li rotaya turîzmê bên zêdekirin.
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya li cihê ku blokên zinarîn lê ne vekolîn pêk anî ku piştî teqîna Çiyayê Nemrûdê çêbûne û di nav gel da ji ber teşeyên wan, "hêştirên Nemrûdê" jê ra tê gotin.
Karakaya ji peywirdaran agahî sitand û ji rojnamegeran ra diyar kir ku "hêştirên Nemrûdê" ji destînasyonên bijarte yên Bidlîsê ne.
Karakaya bal kişand ku Bidlîs hem bi bedewiyên xwe yên xwezayî û hem jî bi raboriya xwe ya dîrokî va bajarekî pir qedîm e û wiha dewam kir:
"Li vir 26 blokên zinarîn hene ku di encama teqîna volkanîk a tê nirxandin di sedsala 15em da çêbûne û wekî 'hêştirên Nemrûdê' tên zanîn. Derheqê vir da gelek efsaneyên herêmî jî hatine gotin. Heger em ji hêla zanistî va lê binêrin, Kalderaya Nemrûdê, kalderaya herî mezin a duyem a dinyayê ye û ya herî mezin a Tirkiyeyê ye. Ev zinarên ku piştî teqîna volkanîk çêbûne jî şahiyeke dîtbarî raberî welatiyan dike. Me li vir vekolîn pêk anî. Ev der qada parastî ye. Dibe ku di bin erdê da jî perçeyên piçûk derkevin lê niha 26 blokên zinarîn hene.
Divê em vê derê biparêzin. Her wiha em ê vir di nav xebata parqa neteweyî û jeoparkê da ya ku em têkildarî Kalderaya Nemrûdê da dimeşînin, binirxînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.